Ji ber bilindkirina Ala Kurdistanê, gef li lîstikvanên Kurd ên voleybola Iraqê tê xwarin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di Şampiyoniya Voleybolê ya Jinan a Rojavayê Asyayê de, piştî ku neh lîstikvanên Kurd ên Tîma Niştimanî ya Iraqê Ala Kurdistanê bilind kirin, rastî gefa cezakirinê ji aliyê Serokê Federasyona Voleybolê ya Iraqê ve hatin.
Piştî ku Tîma Voleybolê ya Jinan a Iraqê di şampiyoniyê de pileya sêyem bidest xist û medalyaya bronz wergirt, lîstikvanên Kurd ên tîmê bi bilindkirina Ala Kurdistanê kêfxweşiya xwe nîşan dan. Ev yek bû sedema nerazîbûna tund a Federasyona Voleybolê ya Iraqê.
Li gorî agahiyên ku Kurdistan24 bidest xistine, Serokê Federasyona Voleybolê ya Iraqê Hebîb Lawendî ji ber vê yekê gelekî bi hêrs bûye û gefa cezakirinê li wan neh lîstikvanên Kurd xwariye.
Ev helwesta dijber ne tenê di asta gefan de ma. Federasyona Voleybolê ya Iraqê li ser hesabên xwe yên fermî yên medyaya civakî, ti wêneyekî lîstikvanên Kurd bi Ala Kurdistanê re belav nekir. Di şûna wê de, tenê wêneyekî tîmê bi Ala Iraqê re weşand û serkeftina wan bi vî awayî nîşan da.
Beşdariya Berbiçav a Lîstikvanên Kurd
Tîma Jinan a Iraqê di şampiyoniyê de li hember Erebistana Siûdî û Qeterê bi ser ketibû û li hember Lubnan û Urdunê têk çûbû û bi vî awayî pileya sêyem misoger kiribû.
Neh lîstikvanên Kurd di tîma Iraqê de cih girtin ku navên hinek ji wan ev in: Deşnî Qasim, Kajîn Celal, Behra Hamîd, Diye Welîd, Hêlîn Omer, Hemîşe Wişyar û Pirîve Rizgar. Beşdariya wan a bi bandor roleke sereke di serkeftina tîmê de lîst.

