Bakirhan: Nabe rewşa Sûriyeyê bibe asteng û daxwaza çekdanîna HSD'ê ne rast e

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ragihand, divê rewşa Sûriyeyê û daxwaza çekdanîna Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li pêşiya pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê nebin asteng. 

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan bal kişand ser hewldanên girêdana pêvajoya aştiyê ya navxweyî bi geşedanên li Sûriyeyê ve û got: "Sûriye welatekî cuda ye û li wir hêzên cuda û hevsengiyên cuda hene. Nabe pêvajoya nav Sûriyeyê li pêş pêvajoya aştiyê ya nav Tirkiyeyê weke astengî were dîtin."

"Kî dikare garantiya ewlehiyê bide?"

Hevserokê DEM Partiyê li ser daxwaza çekdanîna HSD'ê jî pirsî: "Hevsengiyên li Sûriyeyê her gav tên guhertin. Dema çek were danîn, dê ewlekariya wê derê çawa pêk were, kî dikare garantiyê bide?"

Bakirhan destnîşan kir, dema Tirkiye pirsgirêka xwe ya navxweyî çareser bike, wê demê dikare li Sûriyeyê jî roleke erênî bilîze.

"Tu danûstandin li ser destûr û hilbijartinê nînin"

Di beşeke din a axaftina xwe de, Tuncer Bakirhan bi awayekî eşkere red kir ku li gel desthilatê tu danûstandinên wan derbarê destûra nû, hevkariya ji bo hilbijartinê yan jî ji nû ve hilbijartina serokkomariyê de çêbûne.

 
Fly Erbil Advertisment