Nêçîrvan Barzanî serkeftina Erdogan ji bo gelê Tirkiyê bi girîng binav kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo “serkeftina” AK Partiyê ya di hilbijartinên Tirkiyê de, pîrozbahî li Erdogan kir û hêviya serkeftinê di gera duyem a hilbijartinên serokomariyê de jê re xwest.

Îro danê êvarê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peywendiyeke telefonî de ji bo “serkeftina” AK Partiyê pîrozbahî li Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir û di hilbijartinên gera duyem a serokomariyê de jî hêviya serkeftinê jê re xwest.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke xwe de got, “Nêçîrvan Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê giringiyeke mezin dide hilbijartinên Tirkiyê û kêfxweşiya xwe jî ji bo serkeftina proseya demokratîk, aramiya proseya hilbijartinan û rêjeya beşdariya bilind nîşan da.” 

Hilbijartina serokomariyê ya Tirkiyê ku di 14ê Gulanê de hat lidarxistin, ti berbijêrên serokomariyê nîvê dengan bi dest nexistin, lewma di dîroka hilbijartinan de ji bo cara yekem hilbijartina serokomariyê derbasî gera duyem bû.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di wê peywendiya telefonî de anî ziman, “Wî bawerî û geşbîniya xwe bi serkeftina Serok Erdogan di gera duyem a hilbijartinên serokomariyê de nîşan da û her wiha serkeftina wî ji bo gelê Tirkiyê, niha û paşerojê girîng û pêwîst da zanîn.”

Di hevdîtinê de Erdogan spasiya xwe û AKPê ji bo peywendî û pîrozbahiyên Serokê Herêma Kurdistanê pêşkeş kir û tekezî li ser wê yekê kir ku ew dixwaze pêwendiyên xwe yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re ber bi pêş ve bibe.