100 sal di ser Peymana Lozanê re derbas bûn

Îro konferansek li bajarê Lozanê yê Swîsreyê tê lidarxistin û hejmareke mezin ji diyasporaya Kurdî û çalakvanên her çar parçeyên Kurdistanê beşdarî konferansê dibin û herwiha beşek ji çalakvanên Amerîkî û Ewropî di konferansê de amade dibin.

Lozan (K24) – 100 sal di ser Peymana Lozanê re derbas dibin, bi vê boneyê îro konferansek li bajarê Lozanê yê Swîsreyê tê lidarxistin.

Peyamnêra Kurdistan24ê Aware Hewramî ragihand, hejmareke mezin ji diyasporaya Kurdî û çalakvanên her çar parçeyên Kurdistanê beşdarî konferansê dibin û herwiha beşek ji çalakvanên Amerîkî û Ewropî di konferansê de amade dibin.

Cîgirê Serokê Konfederasyona Diyasporaya Kurdistanî Hewraman Elî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Em dixwazin di vê konferansê de peyamek li ser Peymana Lozanê bigihînin cîhanê, ku 100 sal in zilm li Kurdan tê kirin.”

Hewraman Elî diyar kir: “Ev konferans du roj didome, çar panel birêve diçin û ji bilî nûnerên aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê, hejmarek çalakvanên biyanî jî beşdarî panelan dibin.”

Di Tîrmeha sala 1923an de welatên di Şerê Cîhanî yê Yekem de bi ser ketibûn, li bajarê Lozana Swêsreyê civiyan û peymana ku bi navê Peymana Lozanê tê nasîn, îmze kirin.

Babeta sereke ya wê civînê, dabeşkirina xelata serkeftina di şer de û kişandina nexşeya Rojhilata Navîn li ser mîrata Osmaniyan bû, ew jî piştî hatina artêşa wan welatên bihêz bo Rojhilata Navîn dagîrkirina xaka berfireh ji aliyê wan ve.

Wek piraniya caran, xelkê Kurdistanê nûnerê wê di wê kongreyê de nebû, ew dem jî xelkê Kurdistanê nikarîbû di bin sîwaneke yekgirtî de bicivin û daxwazên xwe bibin ser masa gotûbêjan û bi destê xwe çarenivîsa xwe diyar bikin. Ji ber wê bi bêguhdan bi daxwaza Kurdistaniyan di roja 24 Tîrmeha 1923 de Peymana Lozanê hate îmzekirin.

Hêzên serkeftî di Şerê Cîhanê yê Yekem de, bi pîvaneya berjewendî û daxwazên xwe bi talankirina samanên Rojhilata Navîn li ser xwe dabeş kirin. Ew dabeşkirina wê demê heta niha jî xwîna miletên vê herêmê dirije û ji ber wê guhnedana bi daxwazên wan, herdem pirsgirêk û krîz derdikevin.

Piştî îmzekirina Peymana Lozanê, Tirkiye, Iraq û Sûriye bi hemû hêzên xwe siyasetên înkarî û çewsandinê li hember gelê Kurdistanê peyrew kirin.

Tevî ku xalên 39 û 41 ên wê peymanê mafê perwerdeya ziman û parastina kultura Kurdî pesend dike, lê ti carî ev xal li ber çavan nehatin girtin û li hember gelê Kurdistanê siyaseta paktawiya nijadî girtin ber.