Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Amûdê semînerek bi navê "Vedenga Hawarê" lidar xist

Qamişlo (K24) – Bi helkeftina Roja Zimanê Kurdî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê semînerek bi navê "Vedenga Hawarê" li ser jiyan û xebatên mîrê ziman Celadet Alî Bedirxan li dar xist.

Semîner bi armanca vejandina salvegera 94an a derketina yekem hejmara Kovara Hawarê (15ê Gulana 1932an) hat amadekirin. Di çalakiyê de bal hat kişandin ser rola dîrokî ya Celadet Bedirxan di damezirandina alfabeya kurdî ya latînî û parastina nasnameya neteweyî de.

Endamê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Rojavayê Kurdistanê Ehmed Ebdo derbarê giringiya vê rojê de axivî û diyar kir ku pîrozkirina ziman erkê her kurdekî ye. Ebdo got: "Em dixwazin ziman, çand û hunera xwe biparêzin û nifşê nû, keç û xortên xwe li ser vî mîratî perwerde bikin. Armanca me ew e ku em girîngiya ziman û civaka xwe nîşanî her kesî bidin."

Nivîskar û lêkolînerê kurd Konê Reş, ku di semînerê de li ser dîroka zimanê kurdî axaftinek pêşkêş kir, bal kişand ser berdewamiya keda pêşengên kurd. Konê Reş destnîşan kir ku bi saya Celadet Bedirxan û şagirtên wî yên mîna Cegerxwîn, Osman Sebrî û Qedrîcan, îro zimanê kurdî zindî maye û got: "Pîrozkirina vê rojê nîşaneya hebûna miletê kurd e. Em bi zimanê xwe hene û em ê mîrasê pêşiyên xwe biparêzin."

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ligel karên xwe yên mirovî û alîkariyên li Rojavayê Kurdistanê, niha girîngiyeke mezin dide qadên çandî, hunerî û vejandina zimanê kurdî jî.

Semîner bi beşdariya hejmareke mezin ya rewşenbîr, hunermend û saziyên sivîl, di nav rûmeteke taybet a ji bo zimanê dayikê de bidawî bû.