8 sal di ser şikestina Pêvajoya Çareseriyê re derbas dibin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Heşt sal di ser şikestina Pêvajoya Çareseriyê ya di navbera PKK û dewleta Tirkiyê re derbas dibin.

Pêvajoya Çareseriyê ji sala 2013 heta 2015an di navbera PKKê û hikûmeta Tirkiyê de bi rê ve çûbû. Di 22ê Tirmehê ya sala 2015ê de li bajarokê Serêkaniyê yê Rihayê du polîs li mala xwe dema di xew de bûn hatibûn kuştin û ev bûyer wekî destpêka şikestina Pêvajoya Çareseriyê tê zanîn.

PKKê li ser vê bûyerê daxuyaniyên nakok dabûn.

Baskê leşkerî yê PKKê, Hêzên Parastina Gel (HPG) di daxuyaniyekê xwe de gotibû, her du polîs ji aliyê tîma fedayî ya Apoyî ve hatine kuştin. Lê Hevserokê KCKê Cemîl Bayikî pêwendiya PKKê bi vê bûyerê re, piştî çar mehan red kir.

Dewleta Tirkiyê bi hinceta vê bûyerê, di 24ê Tirmehê de bi dehan firokeyan ji Garê û Zapê heta Qendîl û Asosê bingehên PKKê bombebaran kirin. Ev jî piştî sê salan, yekemîn operasyona ku li dijî PKKyê bû.

Ev operasyon piştre berfireh bû û li ser sînorê Başûrê Kurdistanê 11, li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê jî sê operasyonên mezin hatin kirin. Şerê xendekan a li bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê û wêranbûna bihezaran avahiyan û koça nêzikê milyonekê welatiyan jî encamên din ên dijwar ên şikestina Pêvajoya Aşitiyê bûn.

Li gor amarên Koma Krîza Navnetewî, ji şikestina Pêvajoya Aşitiyê heta niha:

- 614 sivîl

- 1428 endamên hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê

- 4409 gerîlayên PKKê

- 226 kesên nasnameyan wan nehatine zelalkirin û gûman tê kirin ku alîgirên PKKê yên şerê xendekan bin, canê xwe jidest dan.

Piştî şikestina Pêvajoya Çareseriyê yekem banga vegera pêvajoyê di asta herî bilind de, ji Hesverokê KCKê Cemîl Bayikî hatibû.

Bayik di 9ê Sibatê de bi hinceta erdhejên li Bakurê Kurdistanê çalakiyên çekdarî yên PKKê rawestandibû. Di 1ê Adarê de jî banga destpêkirina Pêvajoya Çareseriyê kiribû û ji Amerîkayê xwestibû di navbera wan û Tirkiyê de rol bigerîne.

Lê ev banga Bayik ne ji aliyê Washingtonê, ne jî ji aliyê Enqerê ve bersiva wê hatibû, piştre jî KCKê meha borî agirbesta xwe bidawî kir.