Li Efrînê werzê çinîna hinaran dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Cotkarên bajarê Efrînê bi berhevkirina berhemên hinaran re, gilî û gazinan ji berhemên xwe dikin û dibêjin, bi berawird ligel salên borî, berhem kêm e û ji ber kêmbûna nirxê wan jî, sûdê jê wernagirin.

Li Efrînê werzê berhevkirina hinaran dest pê kiriye. Cotkar dibêjin, ji bilî giraniya pêdviyên çandiniyê, nebûna avê bandoreke xirab li dar û berhemên wan kiriye û darên wan hişk kiriye, bi taybet ku pêwîstiya hinaran bi avdanê heye.

Cotkar Şadî Şîmo ji K24ê re got: “Îsal av tune bû, hinar jî hişk bûn û nexweşiyê jî lê xist. Me du av danê, lê piştre av qut bû, dar hişk bû û hinar jî kêm bûn.”

Yek ji zehmetiyên herî mezin ên ku cotkar pê re rûbirû dimînin, lêçûnên zêde yên çandiniyê ye, wek semad û derman e, herwiha kêmbûna ava bendava Meydankê ye, ku proseya çandiniyê buha dike û bandorê li qezenca wan dike.

Cotkar Sîmon Cimo dibêje: “Niha werzê berhevkirina hinaran e. Îsal mûsim kêm e. Pirsgirêka sereke av tune ye, ji ber nebûna avê, darên me hişk bûn.”

Herîma Efrîn yek ji wan herêman e ku bi çandiniya hinaran tê naskirin, lê ji ber rewşa nebaş a aborî, kêmbûna avê û nebûna bazaran, bandoreke mezin li gelek cureyên berhemên çandiniyê yên Efrînê kiriye ku neçar dibin bi nirxeke erzan bifiroşin.