Mesrûr Barzanî: Dengnedan biryareke gelek şaş e
Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 06.10.2024) di civîna xwe ya li gel mamostayên zanîngeha Dihokê de gotarek pêşkêş kir û tê de ragehand, “Biryar di rojekê de ji bo hilbijartinan tê dan, lê biryara vê hilbijartinê çar salan berdewam dibe. Her wesa encamê biryara wê her çi be, ev çar salên desthilatdariyê dîsa dibin berhemê biryara we, lewma jî ez daxwazê ji hemî xûşk û birayên hêja dikim, çi yên ku niha li vê derê rûniştî ne an jî hemî wan welatiyên li her cihekî ne û guhdariya me dikin, ez daxwazê ji we dikim ku di vê piroseya hilbijartinan de biryareke neteweyî û niştîmanî bidin, ji bo ku em bizanim paşeroja vî welatî û vê destkeftî û ezmûna ku berhemê xwîna şehîdan û renc û xebata Pêşmergeyan û xweragiriya xelkê qehreman e di ber avê de naçe.”
Mesrûr Barzanî herwesa got, “Eger em dengê xwe nedin û her kesek ji me wesa pêşbînî bike ku ew rewş her berdewam dibe, an çi ez dengê xwe bidim an jî nedim çi cudahî nîne, tiştekî şaş e ji ber ku eger her kesek ji me dengê xwe nede, hingê kesekê din li cihê wî dengê xwe dide. Eger hûn biryarê nedin, kesên din dê li cihê we biryarê bidin. Xasma hûn, gelî mamostayên hêja, erkekê gelek pîroz li ser milên we ye, lewma divê hûn rênimayan bidin welatiyên din ji xwendekaran û her kesekê ku we bandor li ser dengdana wî heye, ku biçin ser sindoqên dengdanê ji bo ku paşeroja xwe misoger bikin. Ez jî li wê bawerê me ku biryara we dê biryareke durist be.”
Navbirî herwesa got, “Em li bendê ne ku ne her tenê hûn, belkî kesûkarên we û der û cîranên we jî tevî xwendekarên we bên piştevanîkirin ku li roja 20ê vê mehê biçin ser sindoqên dengdanê û dengê xwe bidin lîsta 190ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê. Giringiya vê piroseya hilbijartinan ji bo me di demekê de ye ku guhertinên bilez li deverê rû didin. Diyar nîne çarenivîsa deverê jî ber bi kî derê ve diçe, lewma jî pêdivîtiya welatê me bi biryareke hekîmane heye û serkirdetiyeke hekîmane dixwaze. Tenê bi gotaran û axiftinê û dana sozan welat bi rê ve naçe, lewma jî divê me xwandineke durist li ser dîroka her aliyekî siyasî hebe, ji bo ku em bizanin li astê birêvebirina vî welatî ne an na.”
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê amaje jî da, “Eger welatê me neçarî qurbanîdanê bibe, ew serkirdetî tê hilbijartin ku li wî astî ye xwe ji bo xelkê xwe bike qurbanî an wekî gelek aliyan wekî her car gelê me qurbanî xwe dike, lê ez bê goman ji we re dibêjim ku PDK ew partî ye ya ku li ser destê Barzaniyê Nemir çê bûye û niha jî ku cenabê Serok Barzanî rêberiya wê dike ew partî ye ya ku herdem xwe kiriye qurbanî gelê xwe.”