Mesrûr Barzanî: Pilana şkandina PDKê hatiye şkandin

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 06.10.2024) di civîna xwe ya li gel ciwanên Dihokê de ragehand, “PDK ji bo rizgarkirina axa Kurdistanê hatiye damezrandin û em dixwazin wekî hemî gelên cîhanê bigehin hemî mafên xwe.” Tekez jî kir, “Pilana şkandina PDKê hatiye şkandin. Ji dîrokê fêr bibin; piştrast bin ku PDK roj bi roj bihêztir dibe ji ber ku Xudê û xelkê Kurdistanê piştevanên wê ne.”

Mesrûr Barzanî herwesa got, “Em di demekê de daxwaza aştiyê dikin ku li Herêma Kurdistanê em ji tevan bihêztir in û qet wekî niha em bihêz nebûne. Nehezên PDKê qet wekî niha bêhêz û destkurt nebûne, lê tevî wê yekê jî, em destê aştiyê ji tevan re dirêj dikin.”

Navbirî tekez jî kir, “Çi aliyekî siyasî li Herêma Kurdistanê nekariye bê PDKê destkeftiyekî bi dest bixe.” Herwesa got, “Em dixwazin Kurdistan avedan bibe û pêş bikeve, lê hin aliyên din Kurdistan kiriye qurbanî berjewendiyên xwe yên kitekesî û di xema welatiyan de nebûne.”

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê amaje jî da, “PDK partiya hemî ol û neteweyan e. Me kariye bi dirêjahiya dîrokê bergiriyê ji mafên pêkhate û neteweyên cuda cuda yên Kurdistanê bikin.” Eşkere jî kir, “Dewlet serê PDKê, Herêma Kurdistanê niha li ser astê Rojhilata Navîn xwediya pêgehekî gelek giring e.”