Bi amadebûna Mesrûr Barzanî kernevala PDKê li Zaxoyê bi rê ve diçe

Yarîgeha Zaxoyê
Yarîgeha Zaxoyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi amadebûna Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, seet 05:00 ê êvara îro (Duşem, 07.10.2024), kernevaleke cemawerî ji bo piştevanî û biserxistina lîsta 190ê ya PDKê li bajarê Zaxoyê bi rê ve diçe.

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî duhî (Yekşem, 06.10.2024) li bajarê Dihokê bi awayekî cuda bi mamostayên zanîngehê re û bi xwendekar û ciwan û jinan re civiya. Mesrûr Barzanî di wan her du civînan de ragehand, “PDK di hilbijartinên vê carê yên Perlemana Kurdistanê de dê bibe ya yekê, û li jêr serperiştiya Serok Barzanî dê her ya yekê be.”

Mesrûr Barzanî herwesa got, “PDK ji bo hevrikiya çi aliyên siyasî nehatiye damezrandin, belkî ji bo dijatiya stem, zordarî û dagirkeriyê çê bûye. Ji roja damezrandina xwe ve jî her serbilind û yekrêz maye. Bi piştevaniya Xudê û xelkê xweşevî yê Kurdistanê, roj bi roj bihêztir jî dibe.”

Biryar e li roja 20ê vê mehê li seranserî Herêma Kurdistanê hilbijartinên gera şeşê yên Perlemana Kurdistanê bên kirin.