Mesrûr Barzanî: Em daxwaza aştî û pêkvejiyanê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, îro 7ê Cotmehê li kernevaleke cemawerî ji bo piştevanî û serxistina lîsta 190ê ya PDKê li bajarê Zaxoyê di gotarekê de ragihand, “Em daxwaza aştî û pêkvejiyanê dikin”

Cîgirê Serokê PDKê got: “Piştî du hefteyên din, em ber bi hilbijartineke çarenivîsaz diçin  ku dê pêşeroja welatê me diyar bike. Lewma divê em bi hev re biçin ser sindoqan, ji bo serxistina lîsteya 190 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK).

Mesrûr Barzanî got: PDK hewl daye Kurdistanê biser bikeve û mafên gelê Kurdistanê bidest bîne. Lê nehezên PDKê jî hewl dan ku PDK bikin armanca xwe û PDK dê bi ser nekeve, pêştirî jî bi awayekî ji awayan dijayetiya PDK’ê dikirin û plan datanîn dikirin, niha jî planan datînin, lê bi piştevaniya Xwedê em ê di 20’ê Cotmehê de van planan pûç bikin û PDK her dê bibe yekemîn.”

Tekezî li ser wê yekê kir jî: “PDK daxwaza aramiyê dike, ji ber ku PDK di wê baweriyê de ye ku gelê me hêjayî jiyaneke aram û aştiyane ye. Em daxwaza lihevhatinê dikin û bi hev re bijîn, ji ber ku li welatê me çendî aştî û lihevhatin zêdetir bibe, PDK dê ewqas bipêş bikeve.”

Herwiha got: Li her cihê ku PDK lê be, cihê destê wê diyar e û avedanî û pêşketin lê ye. PDK daxwaza pêkvejiyana bi hemû netewe, ol û aliyên siyasî yên cuda re dike. Em di wê baweriyê de ne ku bi hev re welatê me dê xweştir û bihêztir bibe, gelê me wê bibe xwediyê paşerojeke geştir.

Mesrûr Barzanî got: PDK diruşma berxwedanê hilgirtiye, ji ber ku li hember hemû komplo û êrîşên li ser Kurdistanê li ber xwe daye, PDK xwedî gelek dastan, bi hezaran şehîd, Pêşmergeyên qehreman û cemawerekî qehreman e.

Cîgirê Serokê PDKê got: “Gelek hewl ji bo têkbirin û lawazkirina qewareya Herêma Kurdistanê ya bi xwîna şehîdan, têkoşîna Pêşmerge û keda gel hatiye avakirin, hatine kirin. Gelek aliyan îro diruşmeyan bilind dikin û daxwaza dengê gelê Kurdistanê dikin, duh û pêr hewl didan destên xwe bi destên biyaniyan tevlihev bikin, da ku mafên gelê Kurdistanê radestî Bexdayê bike û gelê Kurdistanê rastî şikestinê bê, lê PDK’ê rê neda. Niha jê bi awayekî din bi gel re diaxivin, lê gel hişyar e û dizane rabirdûya her kesî çi ye û dengê xwe dide kê.”

Herwiha got: “Peyama me ji bo hemû aliyên ku hewl dan PDK’ê bişkînin û ji hemû kesên ku xewna şikandina PDK’ê dîtine re ew e: Yên ku hewl dan PDK’ê bişkînin, têk çûn. Fêr bibin, ji dîrokê hîn bibin, PDK naşkê.”

Mesrûr Barzanî got: “Eger li siloganên aliyên din binerin, dirûşmên wan cihê bê hêviyê ne, ti yek ji wan behsa pêkvejiyanê, aştî, avedanî û pêşketinê nake. Dirûşma wan ev e, em ê dawiyê li wan bînin, em ê wan rawestînin û têk bidin , ew bêhêvîtiyê di nav miletê me de belav dikin.  Peyama me ji bo wan: “Hûn Nikarin”

Cîgirê Serokê PDKê got jî: “Tevî ku gelek caran mafê PDKê hebû ku gelek destkeft ji bo xwe bibe, me hevkariya partiyên din qebûl kir, ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku em çiqasî bi hev re bin, em dikarin zêdetir xizmeta gelê xwe bikin. Ji ber ku PDK xwe xwediyê vê qewareyê dizane, PDK xwe parçeyek ji vî gelî dibîne, hêviya me ew e ku ew rojekê vegerin eniya welatparêzî û dostaniya bi PDK’ê re.”