Gera duyê ya Festîvala Berhemên Xwemalî ya Berwarî Bala bi rê ve diçe
Navenda Nûçeyan (K24) - Li rojên 10 heta 13ê vê mehê, gera duyê ya Festîvala Berhemên Xwemalî ya Berwarî Bala bi rê ve diçe. Ji bilî berçavkirina berhemên cotyaran, çalakiyeke hunerî jî tê kirin û herwesa pêşangeheke fotografî jî tê vekirin.
Gera duyê ya Festîvala Berhemên Xwemalî ya Berwarî Bala li roja 10.10.2024ê li gundê Birîfka yê sinorê parêzgeha Dihokê dest pê dike û ji bo dema sê rojan berdewam dibe.
Berdevkê Festîvala Berhemên Xwemalî ya Berwarî Bala Fehmî Balayî ji K24ê re ragehand, “Festîvala îsal dê ji ya sala borî cuda be; 100 çadir ji bo berçavkirina berhemên xwemalî hatine danan, sûkeke azad û cihekî taybet jî wekî xwaringeh ji bo firotina xwarinên Kurdewarî tên vekirin.”
Fehmî Balayî amaje jî da, “Birêveçûna vê festîvalê di çarçoveya bizavên Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye, ji bo nasandina berhemên cotyarên devera me û deverên din ên Herêma Kurdistanê û berbazarkirina wan li navxwe û hem jî hinardekirina wan ji bo derveyê welatî.”
Ji bilî berçavkirina berhemên cotyaran, di vê festîvalê de çalakiyeke hunerî jî bi tevlîbûna hunermendên her çar parçeyên Kurdistanê bi rê ve diçe.
Tevlîbûna hunermend û komên hunerî di çalakiya gunerî ya vê festîvalê de:
- Rojhilata Kurdistanê: Koma Jinan a Sineyê ya Hunerî.
- Rojavaya Kurdistanê: Hunermend Sefqan Urkêş.
- Başûrê Kurdistanê: Hunermend Hesen Şerîf, Koma Dihokê ya Milî û Koma Kiristiyanan.
- Bakurê Kurdistanê: Hunermend Hozan Servan û Koma Geverê ya Hunerî.
Berdevkê Festîvala Berhemên Xwemalî ya Berwarî Bala eşkere jî kir, “Pêşangeheke fotografî jî di vê festîvalê de tê vekirin ku wêneyên cihên geştyarî yên Herêma Kurdistanê, berhemên xwemalî, deverên şûnwarî û karên destî yên jinan tê de tên berçavkirin.”