Eşwaq Caf: Herêma Kurdistanê naçe bin barê çi biryareke derve
Navenda Nûçeyan (K24) - Endameke Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê radigehîne, “Herêma Kurdistanê naçe bin barê çi biryareke derve, pêngav tenê ji bo berjewendiyên xelkê Kurdistanê tên avêtin û bergirî ji qewareya Herêma Kurdistanê tê kirin.”
Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Eşwaq Caf îro (Sêşem, 08.10.2024) ji K24ê re ragehand, “Dema PDKê got ku tevlî hilbijartinan nabe, redkirina wan xalan bû yên ku bûne belge ew hilbijartin bi dîzayneke biyanî tê bicihanîn û bi îradeya Kurdistanî re nîne. Ew xalên PDKê red kirine bi wê tomara dengî ya ku îro belav bûye re hev digirin.”
Eşwaq Caf herwesa got, “Kesûkarên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman hêla sor in, wan ev azadî ji bo Kurdistanê bi dest xistiye. Ew kursiyên endamên perlemanê yên Kurd li Bexdayê li ser rûdinin bi xwîna şehîdan bi dest ve hatine.”
Amaje jî da ku pêştir wan zanyar li ser bizava sextekariyê bi dîzayna biyanî di hilbijartinan de hebûne û got, “PDK bi çi rengan xelkî nawestîne û bê belge naaxive, pêdivî ye ne tenê aliyên Kurdistanî belkî yên ku erkê navdewletî jî heye, wekî Neteweyên Yekgirtî û Yekîtiya Ewropayê û Civaka Navdewletî, dikarin biselimînin ka ew dengê belav bûye rast e an na, lewma ne wekî aliyên siyasî belkî ew aliyên bi biryara Hikûmeta Îraqê ji bo çavdêriya piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û astê zelaliya hilbijartinên Perlemena Kurdistanê hatine wê yekê biselimînin.”
Tekez jî kir, “Em tekezê li ser bicihanîna piroseya hilbijartinan di dema wê de dikin, lê em dubare dikin ku divê Neteweyên Yekgirtî û Yekîtiya Ewropayê û Civaka Navdewletî rolê xwe di parastina zelaliya piroseya hilbijartinan û rêgirtina li sextekariyê de bibînin, divê çavdêriya navdewletî bê danan ji bo ku rê bi çi aliyên derve neyê dan ku desttêwerdanê di hilbijartinan de bikin û îradeya dengderên Kurdistanê ji bo aliyekî diyarkirî werbigirin. Divê xelkê Kurdistanê bi xwe dengê xwe bide, pêkhate jî dengê xwe bi nûnerên xwe yên rastîn bidin, ne ku aliyekî din bi çekî li ser wan ferz bike ku dengê xwe bidin kesekî.”
Ron jî kir, “Piştî sala 2003ê, tenê rûyê hin ji siyasiyan hatiye guhertin lê awayê fikirîna wan hêşta navendî ye.” Herwesa got, “Herêma Kurdistanê naçe bin barê biryara çi welateke herêmî an jî derve.”
Herwesa amaje da, “Ji bo nehêlana pêşkeftin û aramî û avedaniya Kurdistanê, bi piştrastî ve dê penayê bibin ber têkdanê ji bo nehêlana yekrêziya navmala Kurdan û lêdana pêkvejiyana Kurdistanê, lewma zarokên serbilind ên şehîdan û enfalkiriyan û Pêşmergeyên qehreman rêyê nadin têkdana deverên din bînin Kurdistanê, ji ber wê yekê jî dê dengê xwe bidin Partiya Demokrata Kurdistanê.”