Beşek din ji pereyê genimê cotkarên Kurdistanê tê xerckirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Bazirganî ya Iraqê 45 milyar dînar ji bo cotkarên Herêma Kurdistanê xerc kirin.
Birîkarê Wezîrê Bazirganî yê Herêma Kurdistanê Serwer Hawarî ji K24ê re ragihand, Wezareta Bazirganî ya Iraqê biryar da 45 milyar dînar ji bo cotkarên Herêma Kurdistanê xerc kirin.
Ew pere bi vî awayî li ser parêzgehan hatiye dabeşkirin: Silêmanî 20 milyar dînar, Hewlêr 15 milyar dînar û Dihok 10 milyar dînar.
Di 6ê Hezîranê de hikûmeta Iraqê dest bi wergirtina genim ji cotkarên Herêma Kurdistanê kir û proseya wergirtina genim heta Tîrmehê berdewam kir.
Wezareta Bazirganî ya Iraqê di du qonaxên cuda de, 200 milyar dînar ji cotkarên Herêma Kurdistanê re şandin, lê heta niha bi giştî xerc nekiriye.
Di heyamê de, 282 hezar û 660 ton genim li parêzgeha Silêmanî û Helebceyê, 228 hezar ton li parêzgeha Hewlêrê û 189 hezar ton li parêzgeha Dihokê bi bihayê zêdetirî 590 milyar dînar hatiye wergirtin.
Sala borî hikûmeta Iraqê 500 hezar ton genim ji cotkarên Herêma Kurdistanê wergirtibû. Di sala 2022an de, ji ber hişksaliyê û lehiyan berhemanîna genimê cotkaran kêm bû, lewra hikûmeta federal zêdetirî 300 hezar ton genim bêsînor wergirt.