Mesrûr Barzanî: Li 20ê Cotmehê xelk dastaneke din tomar dike û nehezan serşor dike

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê li bajarê Soranê tevlî kernevaleke cemawerî ji bo biserxistina lîsta 190ê ya PDKê dibe û gotarekê pêşkêş bû.

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 09.10.2024) tevlî kernevaleke cemawerî ji bo biserxistina lîsta 190ê ya PDKê bû û di gotara xwe de amaje da, “Xelkê devera Soranê, ez dilxweş im ku ez dibînim we biryar daye PDK bi seer bikeve. Îro li bingeha Baregayê Barzaniyê Nemir, li wî cihê ku şoreşa Îlonê serkirdetiya mezintirîn bizava rizgarîxwaziya Kurdistanê dikir, em civiyane ji bo ku biryara dawiyê li hilbijartinên di rêzê de bidin û lîsta PDKê bi ser bixin.”

Mesrûr Barzanî herwesa got, “Çawa ku li şoreşên Îlon û Gulanê ev çiya, Hindirîn, Zozik, Qelender û Hesen Beg, cihên tomarkirina dastanan bûn, xelkê vê deverê li roja 20ê Cotmehê dastaneke din tomar dike ku hemî nehezan PDKê serşor bibin û PDK bi ser dikeve û her ya yekê dimîne.”

Ron jî kir, “Dema em dengê xwe didin, em biryara li ser çarenivîsa welatî û awayê desthilatdariyê didin, em şiyar bin ka em desthilatdariya bê didin destê kê. Ev partî û aliyên ku dixwazin di van hilbijartinan de deng û baweriya xelkê Kurdistanê werbigirin, divê hûn bizanin ew kî ne û boriya wan çi ye û çi bername heye. Ev biryara we çarenivîsa we û neteweya we diyar dike, gelek bi hûrî biryara xwe bidin.

Amaje da drûşmên aliyên siyasî jî û got, “Wan yek drûşm ji wwe re nîne ku behsa baştirkirina rewş û jîn û jiyara we bikin, drûşmên wan tenê ji bo bêhêvîkirina xelkê Herêma Kurdistanê ne.”

Eşkere jî kir, “Ew ji me re dibêjin: em dê we bidawî bînin û dê we rabiwestînin. Ne tenê niha, ji destpêka çêbûna PDKê heta niha gelek alî hebûn ku çi armanc nebûn ji bilî ku berbestan ji bo PDKê çê bikin û nehêlin PDK bi ser bikeve û ev gel bigehe kinarê aramiyê. Ew ji bo rawestandina karwan û xebata tekoşana PDKê li ser bizavên xwe berdewam in, ji bo ku xelkê Kurdistanê negehe armancên xwe.”

Tekez jî kir, “Çawa ku berê wan aliyan nekarî PDKê rawestînin, niha jî nikarin PDKê rawestînin. Ew nikarin PDKê rawestînin û bigehin armancên xwe yên çepel.”

Herwesa got, “Eger ew şanaziyê bi wê yekê dikin ku aliyên din li pişta wan in û pişta xwe bi hêza biyanî girê didin, pişta me jî bi Xudayê mezin û xelkê Kurdistanê qayîm e û çi hêzek jî nikare li beranberî hêza gel û îradeya xelkê Kurdistanê raweste. Ew her car şkestine.”

Ron jî kir, “Ew aliyên behsa bidawîanînê dikin, ew rastiyek e li ser karê wan. Ew yekane tişt e ku ew dikarin bikin ji ber ku nikarin avedaniyê bikin û baştir bikin, lê xelkê dilsoz nahêle ew alî bi ser bikevin. Hûn dê wesa bikin ku çawa PDK ya yekê bû, her ya yekê bimîne jî.”

Eşkere jî kir, “Ew desthilata bi kudetayê hatiye ser hukmî û xwe li ser desthilatdariyê li Kurdistanê sepandiye, divê dawî bi vê desthilata xwesepîn bê. Ji bo ku arêşeya madeyên hişber bê çarekirina, divê ew kargehên ku ji bo madeyên hişber hatine çêkirin bên pûçkirin. Herwesa ji bo ku gendelî nemîne û yên ku pereyî spî dikin û bê feyde pereyî ji welatî dibin derve, divê nemînin.”

Herwesa got, “Ji bo ku xelkê Kurdistanê asode be, divê çavsorkirin, seranestandin, tirsandin, revandin û teror nemîne. Herwesa ew teroristên ku mijûlî terorkirina welatiyan in, divê radestî qanûnê bên kirin.”

Mesrûr Barzanî peyamek arasteyî xelkê Kurdistanê kir û ragehand, “Eger hûn dixwazin biryara we bi destê we be, eger hûn naxwazin mafên we yên destûrî radestî Bexdayê bên kirin û bên binpêkirin, divê hûn biryarê li ser destnîşankirin û biserxistina nûnerên Partiya Demokrat a Kurdistanê bidin, ji bo ku îradeya xelkê Kurdistanê ji bo xelkê Kurdistanê vegere.”

Herwesa got, “Em destê aştiyê ji bo hemî Kurdistaniyan dirêj dikin, lê eger nikarin niştîmanperwer bin, bi kêmî ve bila axfiroş nebin. Gelek kes hene pêxemetî mana xwe amade ne hemî tiştan bikin û hemî tiştan bidin destê neyar û nehezên Herêma Kurdistanê bikin, lê Barzanî û PDKê em fêr kirine ku em bi îradeyeke bihêz dikarin hemî mafên xwe bi dest bixin û em bimînin û bi çi awayan serê xwe ji bo çi aliyekî şor nekin.”

Herwesa ragehand, “Divê bizanin ku kî amade ye xwe gorî xelkî bike ne ku xelkî gorî xwe bike. PDK herdem amade bûye xwe gorî xelkê Herêma Kurdistanê bike, çi demekê amade nebûye destan ji mafên destûrî yên xelkê Herêma Kurdistanê berde. Em dixwazin me aştî û paşerojeke geştir hebe. Her cihekê PDK lê be, avedanî li wê derê ye. PDK partiya hemî ol û neteweyan e. PDKê drûşmê bihevrebûnê hilgirtiye, em dixwazin em hemî bi hev re li jêr sihwaneya desthilatdariyeke hejî bi serokatiya Barzanî û PDKê bi hev re bin û bihêztir bin.”

Amaje jî da, “PDK her dem li beranberî pilanên nehez û dijminan xweragir bûye, ji niha û pê de jî li beranberî hemî metirsiyan xweragir dibe. Serok Barzanî em fêr kirine ku çi kes û aliyekî nikare îradeya gelê Kurdistanê bişkîne. PDK dixwaze astê zanist û perwerdeyê li Kurdistanê roj bi roj ber bi bilindtir ve biçe, PDK dixwaze kertê saxlemiyê ber bi pêş ve biçe û xizmetkariyên saxlemiyê bilind bike û herwesa PDK dixwaze astê weberhênana çandinê li Kurdistanê zêde bike, ji bo ku zehmeta cotyarên me di ber avê de neçe.”

Herwesa got, “em dixwazin kedkaran arêşeya karî nemîne û hemî mafên wan parastî bin, em dixwazin kertê pîşesazî li astê welatên pêşkeftî be, em dixwazin roj bi roj berhemên navxweyî yên Kurdistanê zêdetir bikin, em dixwazin rêz li jinan bê girtin û rolê wan ê bibandor li nav civakê û hemî aliyên desthilatdariyê bê gêran û herwesa em dixwazin ciwan jî neçin derveyê welatî û bersiva wan hemî aliyan bidin ên ku piştevaniya wan dikin ji welatî derbikevin.”

Cîgirê Serokê PDKê ciwan jî piştrast kirin ku, “hemî derfetên karî ji wan re dabîn dike, ji bo ku ew jî li vê derê xizmetê bikin û Herêma Kurdistanê nehêlin û ber bi derve biçin, herwesa desthilatdariya bê ya welatî dikeve destê ciwanan.”

Herwesa got, “Em dixwazin derfetên karî yên wekhev ji bo hemî welatiyan hebin, herwesa êdî rê bi gendeliyê neyê dan û karên xelkî bi wasteyî neyên birêvebirin, ji bo ku hemî welatiyan mafê wê yekê hebe ku bi awayekî wekhev xizmeta wan bê kirin. PDK dixwaze dadperwerî li vî welatî bingeha desthilatdariyê be  û dawiyê bi desthilata gendelî û diziyan bîne û qanûn li welatî serwer be.”

Mesrûr Barzanî li dawiya gotara xwe got, “Em xizmeta hemî dever û parêzgehên Herêma Kurdistanê bê cudahî dikin û Herêma Kurdistanê ji aliyê geştyarî ve pêş dixin û mezintirîn pirojeya geştyarî jî li ser astê Rojhilata Navîn li Îdareya Serbixwe ya Soranê vedikin.”

 
 
Fly Erbil Advertisment