Li Colemêrgê bo 4 rojan qedexeya çalakiyan hat ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji aliyê Parêzgeriya  Colemêrgê ve hat ragihandin ku li bajêr ji bo pêşîlêgirtina belavbuna tundûtûjiyê û pêşîlêgirtina tawanan, bo 4 rojan qedexeya çalakiyan hatiye ragihandin.

Parêzgeriya Colemêrgê bi daxuyaniyekê da zanîn, ji 10ê Cotmehê heta 13ê Cotmehê demjimêr 23.59an li tevahiya bajêr hemû cure çalakî hatine qedexekirin. 

Parêzgeriya Colemêrgê amaje dike, ji bo pêşî li binpêkirina maf û azadiyan, tawanan û belavbûna tundû tujiyê bigirin, biryara qedexekirina çalakiyan hatiye standin.

 
Fly Erbil Advertisment