Yerlîkaya: 187 kes di erdhejê de birîndar bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber erdheja bi pileya 5.9, li Meletî, Xarpêt û Rihayê, sê avahî herifîn û bi giştî 187 kes birîndar bûn.
Li Meletiya Bakurê Kurdistanê, îro demjimêr 10 û 46 xulek de, erdhejek rû da. Li gor saziya AFADê, erdhej bi pileya 5.9 bû û li Diyarbekir, Xarpêt, Riha û Semsûrê jî ziyan gihand avahiyan û bû sedemê birîndarbûnê.
Li bajarên Mereş, Dêrsim û gelek bajarên din hest bi erdhejê hate kirin û ziyan gihişt welatiyan.
Wezîrê Navxweyê Tirkiyê Alî Yerlîkaya got, li gor daneyên Wezareta Tendirustiyê, li Meletî, Riha û Xarpêtê sê avahî herifînê û li Meletî 33, Xarpêtê, 32, Semsûrê 18 û Diyarbekirê 17 kes, tevî bajarên din bi giştî 187 kes birîndar bûne.
Ji ber Erdhejê li Meletî, Riha, Xarpêt, Semsûr û Batmanê, ji bo dibistanan yek roj bêhnvedan hate dayîn.
Yerlîkaya got, ji ber erdhejê jêrxana bajaran û nexweşxaneyan zîyan nedîtine û di gihandina av û elektrîkê de jî kêmasî nîne.