Rûmal

Serokê Komisyonê: Proseya dengdana taybet heta niha baş birêve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê got: “Li seranserê Iraqê 165 navendên dengdanê yên dengdana taybet hene, 12 ji wan li bajarên Iraqê û yên din jî li Herêma Kurdistanê ne.”

Serokê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê dadwer Omer Ehmed di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, “îro 7ê sibehê deriyên dengdanê li her çar bazneyên dengdanê yên Herêma Kurdistanê vebûn. Amûrên dengdanê jî ketin kar.” 

Dadwer Omer Ehmed da zanîn: “Li seranserê Iraqê 165 navendên dengdanê ji bo dengdana taybet hene ku 12 ji wan li bajarên din ên Iraqê û yên din li Herêma Kurdistanê ne.”

Diyar kir jî: “Prose baş dimeşe û em ji dengdêran daxwaz dikin ku aram bin, ji ber ku dem ji bo dengdanê heye. Li seranserê Herêma Kurdistanê telefonên destan qedexe ye derbasî jûra dengdanê bibe.”

Serokê Komisyona Bilind a Hilbijartinan destnîşan kir: “Rêjeya sextekariyê sifir e û nayê kirin. Çi pirsgirêkên nexwendina pencemora tiliyan li amûran derkeve, ku ev halet jî gelekî kêm e, ew jî tên çareserkirin.”