Rûmal

Qaymeqamê Akrê: Proseya dengdanê bi aramî didome

Navenda Nûçeyan (K24) – Qaymeqamê Akrê radgihand, “Li navendên dengdanê ti pirsgirêk nînin û prose bi aramî didome.”

Qaymeqamê Akrê Dilewer Buzo di kongreyeke rojnamevanî de got: “Pêşmergeyên me bi şeref û keramet Kurdistanê diparêzin. Piraniya wan ji demjimêr 07.00ê ve hatin, da ku deng bidin.”

Qaymeqamê Akrê got: “Pêşmerge û hêzên ewlehiyê bi dilsozî deng didin û ev jî nîşan dide ku ew dixwazin prose bi aramî û azad birêve biçe.”

Da zanîn jî: “Li hin navendan qerebalixî hebû, lê bi saya hêzên ewlehiyê pirsgirêk çareser bûn. Em hêvî dikin ku ti pirsgirêk dernekevin."

Herwaha got: “Heya niha dengdan li vê navendê gelek baş e û ji aliyê amêran ve jî ti pirsgirêk derneketiye”.

Proseya dengdana taybet bo şeşemîn xula hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê îro danê sibê demjimêr 07:00 dest pê kir û dê heta demjimêr 18:00ê êvarî berdewam bike.

Di proseya dengdana taybet de, zêdetir ji 215 hezar û 960 endamên hêzên navxwe, Wezareta Pêşmerge û endamên kurd ên di nava artêşa Iraqê de deng didin.

Hilbijartin ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ve tê kirin.

Roja 20ê Mijdarê jî dengdana giştî ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê tê kirin.