Nêçîrvan Barzanî: Serkeftiyê yekem ê vê hilbijartinê gelê Kurdistanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî ku dengê xwe de got: “Hilbijartin di çarçoveya pêvajoya demokrasiyê ya li vî welatî de, gaveke girîng e. Di vê pêvajoyê de yê yekemîn gelê Kurdistanê biser dikeve. Kurdistan biser dikeve.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 20 Cotmehê li navendeke taybet a dengdanê ya Hewlêrê deng da û got de got: “Ez xweşhalim im ku kampanyaya hilbijartinê tevî hin tiştên pir biçûk, bi aramî derbas bû. Hêvîdar im gelê Herêma Kurdistanê vê hêza xwe bikar bîne û namzedên xwe hilbijêre û bigihîne Parlamentoya Kurdistanê.”

Nêçîrvan Barzanî got: “Ev hilbijartin ji bo me girîng e ji ber ku dîsa rewatiya saziyên Herêma Kurdistanê dide. Hêvîdar im ku îro prose bi awayekî aştiyane birêve biçe û Kurdistanî biçin ser sindoqan û namzetên xwe yên Parlamentoya Kurdistanê bo 4 salên bê hilbijêrin.”

Serokê Herêma Kurdistanê got: “Spasiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Serokê Desthilata Dadwerî Fayeq Zêdan, Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê û UNAMI û hemû welatên ku li gel me bûn, dikim, ku bi wan xweş bû ev hilbijartinê bên kirin, ku bêyî alîkariya wan ne hêsan bû.”

Nêçîrvan Barzanî got: “Piştî hilbijartinan hemû aliyên siyasî azad in ku bi hev re rûnin û nexşerêya hevpeymaniyê diyar bikin. Ev di her proseyekê de asayî ye, lê ya giring e û dixwazim amaje bi vê yekê bikim ew e ku ev hilbijartin serkeftina gelê Kurdistanê û hemû pêkhateyên li Herêma Kurdistanê ye.”