Rûmal

Romanowski: Girîng e hemû dengderên Herêma Kurdistanê beşdarî hilbijartinên parlamentoyê bibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê got: “Giring e hemû kesên ku li Herêma Kurdistanê mafê wan ê dengdanê heye, beşdarî hilbijartinên parlamentoyê bibin.” 

Romanowski Îro 20ê Cothmehê di vîdyoyekê de got: “Îro roja dengdana Parlamentoya Kurdistanê ye, giring e hemû kesên ku li Herêma Kurdistanê mafê wan ê dengdanê heye, beşdarî hilbijartinên parlamentoyê bibin û dengê xwe bidin bihîstin.”

Herwiha got: “Dengdan stûna rêveberiya demokratîk ya serketî ye. Em bang li hemû aliyên siyasî û aliyên berpirs dikin, dilniya bidin ku dengdan azad û dadperwerane û bê tundî û tirsandin be.Dengdan îradeya gel nîşan dide.”

Romanowski tekez kir jî: “Amerîka pabend e bi piştgirîkirina ewlehî, aramî û serweriya Iraqê. Herwiha em ê bi hev re kar bikin ji bo pêşdebirina hevbeşiya giştgîr a 360 pile ligel hemû Iraqiyan û di nav de jî gelê Herêma Kurdistanê.”

Dengdana giştî ya xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê îro 20-10-2024an, demjimêr 07:00ê sibê dest pê kir û heta demjimêr 18:00ê êvara heman rojê berdewam dibe.

Hilbijartin di bin çavdêriya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê de tê kirin. Li gorî komîsyonê, 2 milyon û 683 hezar û 618 dengder dikarin beşdarî hilbijartinên giştî bibin.