Komisyona Hilbijartinê: Heta niha proseya dengdanê bi rêkûpêk birêve diçe
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgira Berdevkê Komisyona Bilind a Hilbijartinan ragihand, sindoqên dengdanê îro demjimêr 07:00 hatin vekirin û dê demjimêr 18:00 bi şêweyê elektronîk bên girtin.
Cîgira Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Nebras Ebû Soda ragihand: “Piştî 48 demjimêran ji dengdana taybet, îro li parêzgehên Herêma Kurdistanê dengdana giştî tê kirin.”
Diyar kir jî, sindoqên dengdanê demjimêr 07:00 hatin vekirin û biryar e di demjimêr 18:00 de bi şêweyê elektronîk bên girtin.
Amaje bi wê kir, navendeke dengdanê ya taybet li Hotêla Reşîd li Bexdayê, yek li Hewlêrê û ya din jî li Silêmanîyê ji bo kesên bi temen hatine destnîşankirin.
Ebû Soda got jî: “Ji dema ku dengdanê dest pê kiriye, prose pir baş dimeşe û encamên destpêkê dê di nava 24 demjimêran de ji aliyê komîsyonê ve bêne ragihandin.”
Îro 20ê Cotmehê, proseya dengdana giştî ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dest pê kir. 2 milyon û 686 hezar û 578 dengder li çar bazneyên hilbijartinên Hewlêr, Dihok, Silêmanî û Helebceyê, mafê wan ên dengdanê heye.