Dana dolarî bi geştyaran li balafirxaneyên Herêma Kurdistanê tê destpêkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Ji niha û pê de dana dolarî bi geştyaran li balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê tê destpêkirin, û ew biryar bi rêya Banka Cîhanê li balafirxaneyên Herêma Kurdistanê tê bicihanîn.
Çavkaniyekê ji Banka Navendî ya Îraqê îro (Pêncşem, 24.10.2024) ji K24ê re ragehand, “Banka Cîhanê amadebûna xwe ji bo dana dolarî bi geştyaran li balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê diyar kiriye û rêkarên destpêkirina wê piroseyê di warê bicihanînê de ne, bi armanca feydewergirtina geştyarên rastîn ji wergirtina dolarî bi nirxê fermî yê Banka Navendî ya Îraqê.”
Li gor lidûçûna K24ê, nivîsara fermî ya Banka Navendî ya Îraqê ji bo dana dolarî bi geştyaran li her du balafrixaneyên Hewlêr û Silêmaniyê gehiştiye Banka Cîhanê û hevahengiyeke temam di navbera Banka Cîhanê û Banka Navendî ya Îraqê de di vî warî de heye. Wê bankê jî bi merema destpêkirina dana dolarî bi geştyaran serdana wan balafirxaneyan kiriye û daxwaza dabînkirina cihî li her du balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê kiriye û li benda dabînkirina cihî û bersiva her du balafirxaneyan e.
Her li ser dana dolarî bi geştyaran li balafirxaneyên Herêma Kurdistanê, Birêveberê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar taybet ji malpera K24ê re ragehand, “Bi biryara Banka Navendî ya Îraqê, tenê razemendî bi Banka TBI hatiye dan ku nivîsîngeha dana dolarî bi geştyaran li nav Balafirxaneya Hewlêrê veke û çi biryar û nivîsarên din ji bo vekirina nivîsîngehên çi bankên din negehiştine destê me.”
Ev di demekê de ye ku li dû biryareke Banka Navendî ya Îraqê, ji roja 14.07.2024ê ve dana dolarî bi geştyaran bi rêya balafirxaneyên Îraqê hat destpêkirin, lê ew biryar li balafrixaneyên Hewlêr û Silêmaniyê hat bicihanîn, ev jî ji ber pabendnebûna bankên federalî yên Îraqê ji bo vekirina “seko”yan li balafrixaneyên Hewlêr û Silêmaniyê.
Armanca Banka Navendî ya Îraqê ew e ku dolar bigehe geştyarên rastîn. Li dû wê biryarê, her geştyarek sê hezar dolaran bi nirxê fermî 132 hezar dînaran ji bo her 100 dolaran werdigire, bi şertekî ku geştyar ji 18 saliyê derbaz bûbe û geşta wî jî ji bo wan welatan nebe yên ku di lîsta sizayên Amerîkayê de ye. Li beranberî wê yekê jî, 15 hezar dînar ji her geştyarekî tên wergirtin.