Li sinorê navbera Îraq û Sûriyeyê erdhej çê bû

erdhej
erdhej

Navenda Nûçeyan (K24) - Pişka Pêşbînî û Erdhejzaniyê ya Wezareta Veguhastinê ya Îraqê eşkere kir, vê êvarê erdehjek bi hêza 2.1 pile li sinorê navbera Îraq û Sûriyeyê çê bûye.
Pişka Pêşbînî û Erdhejzaniyê ya Wezareta Veguhastinê ya Îraqê îro (Yekşem, 27.10.2024) eşkere kir, erdehjek bi hêza 2.1 pile li sinorê navbera Îraq û Sûriyeyê çê bûye, ku 85 kîlometran ji sinorê Telehferê dûr e û şêniyên wê deverê hest pê nekiriye.
Pêştir li roja Çarşem (16.10.2024) seet 10:46 erdhejek bi pileya 5.9 li bajarê Malatiyayê yê Bakurê Kurdistanê çê bûbû û peyamnêrê K24ê li Dihokê gotibû ku, li Dihokê jî hest bi erdheja bajarê Malatiyayê yê Bakurê Kurdistanê hatibû kirin.
Erdheja Meletiyayê bi pileya 5.9 rû dabû û di encamê de li Meletî, Riha û Xerpêtê 4 avahiyan zirar dîtibû, heta Şirnexê jî hest bi wê erdhejê hatibû kirin û di nava welatiyan de bû sedema metirsiyeke mezin. Li gorî agahiyên çavkaniyên fermî mirî nebûn.