Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyoza nû ya Spanyayê li Iraqê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 28ê Cotmehê pêşwazî li Balyoza nû yê Spanyayê li Iraq Alicia Rico Perez del Pulgar kir.
Li gorî daxuyaniyeke Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna Balyoza Spanyayê kir û piştevaniya xwe ji bo serxistina erkê wê nîşan da û tekezî li ser xwesteka Herêma Kurdistanê ya pêşxistina pêwendiyên bi Spanyayê re kir.
Ji aliyê xwe ve, Del Pulgar kêfxweşiya xwe bi wê destbikarbûnê nîşan da û tekez kir, welatê wê giringiyeke mezin dide pêwendiyên xwe yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re. Ji bo vê mebestê jî ew ê kar li ser berfirehkirina hevkariyê di hemû waran de bike, bi taybetî ew sektor û warên ku ji bo herdu aliyan giring in.
Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û encamên wan, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn û metirsiyên wê li ser aştî û aramiya navçeyê, mijarên din ên hevdîtinê bûn.