Mesrûr Barzanî û Balyoza Amerîkayê danûstandinan li ser pêdivîtiya hinardekirina petrolê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Balyoza Amerîkayê li Îraqê serkeftina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz dike, herwesa her du alî danûstandinan li ser pêdivîtiya hinardekirina petrolê dikin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êvara îro (Sêşem, 29.10.2024) pêşwaziya Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski kir.
Mijara serekî ya danûstandinan girêdayî hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê û encamên wê bû. Balyoza Amerîkayê li Îraqê serkeftina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir û amaje da ku, ew pirose bi awayekî birêkûpêk û di rewşeke asayî û aştiyane de bi rê ve çû û rêjeya tevlîbûnê jî bilind bû.
Her du alî li ser giringiya destpêkirina rêkarên pêkanîna kabîneya nû û hevfêmkirina aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di wî warî de hevnerîn bûn.
Di pareke din a wê civînê de, danûstandin li ser bizavên destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û pêdivîtiya çarekirina arêşeyên di rêya piroseya hinardekirinê de hatin kirin.