Keşnasiya Îraqê haydariyê li ser rûdana lehî û baranên dijwar dide

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Keşnasiyê ya Îraqê haydariyek parve kir û daxwaz ji welatiyan kiriye ku, ji wan deveran dûr bikevin ên ku lehî lê çê dibin, xasma ew deverên ku nêzî sinorê rojhilatê ne.

Desteya Keşnasiyê ya Îraqê îro (În, 01.11.2024) raportek parve kiriye û tê de hatiye ku pêşbînî tê kirin “Li rojên În, Şemî û Yekşemiyê, 1-3.11.2024 ji ber rewşa nebinecih a keşûhewayê, li cihên cuda cuda yên Îraqê baran û birûsk dê hebin.”

Desteya Keşnasiyê ya Îraqê di pareke din a raporta xwe de eşkre jî kiriye, “Îro baran zêdetir li deverên naverast û başûrî dibare û li deverên bakurî dê kêmtir bibare.”

Desteya navbirî amaje jî daye, “Rojên Şemî û Yekşemên bê baranên dijwar deverên bakurî vedigirin, herwesa li pareke deverên naverast û başûrî jî baranên dijwar dibarin ku reşeba jî pê re ye.”

Her wê desteyê haydarî jî “li ser çêbûna lehiyan li hin deveran da, xasma jî li deverên rojhilata Îraqê”, ji ber wê yekê jî daxwazê ji welatiyan dike ku ji wan deveran dûr bikevin.

Desteya Keşnasiyê ya Îraqê tekez jî kir, “Pileyên germê kêm dibin.”