Kesayetên diyar ên Tirkiyeyê: Peyama Serok Barzanî ya li ser pêvajoya çareseriyê girîng e

Stenbol (K24) – Serok Mesûd Barzanî di gotara xwe ya li Kongireya Bijîşkî ya Mezopotamyayê de, piştgiriya hewlên Pêvajoya Çareseriyê ya li Tirkiyeyê kiribû û hişyarî dabû ku, vê carê çi kes pêvajoya çareseriyê asteng neke. Kesayetên diyar ên Tirkiyeyê, vê peyamê biqedir û girîng dibînin. Ew jî hin astengî û metirsiyên li pêşiya pêvoyê qebûl dikin. Li gor aqilmendekî pêvajoya çareseriyê ya borî, yek ji rîskên pêvajoyê, nebûna garantorekî navdewletî û nehênîkirina xalên rêkeftina aliyan e. Divê her rêkeftin xal bi xal bo raya giştî were eşkerekirin.

Peyama Serok Barzanî ya di derheqê hewlên Pêvajoya Çareseriyê ku gotibû, ew ji pêvajoyeka nû keyfxweş in û hêvî dikin çi kes astengî dirûst neke, li Tirkiyeyê karvedan li pey xwe anî. 

Parlamenterê berê yê AK-Partiyê û Aqilmendê Pêvajoya Çareseriyê ya borî Ahmet Faruk Ûnsal, peyama Serok Barzanî bo silemetiya pêvajoyê biqedir û girîng dibîne û dibêje, heke pêvajo di bin garantoriya aliyekî sêyem a navdewletî de be û xalên rêkeftinê eşkere bin, astengiyên li pêşiya wê jî kêm dibe. Li gor wî fişarên vê dawiyê yên Îsraîlê yên li dijî Sûriyeyê, Tirkiyeyê neçar dike ku bi Kurdan re aş bibe. 

Faruk Ûnsal ji K24ê re got: “Aliyên pêvajoyê li ser çi lihevkiribin, divê ev were nivîsîn û îmzekirin û bo raya giştî were eşkerekirin. Çi lihevkirina nehatiye eşkerekirin, qedrê xwe nîne. Herwiha divê garantorekî vê pêvajoyê hebe. Belkî Tirkiye hez neke garantorek hebe lê ev xal jî girîng e. Ya sêyem jî divê şandeka ku ji kesayetên rêzdar û dadperwer ên Tirk û Kurd pêk tê, çavdêriya pêvajoyê bike. Hingê, alî dê xwe ji binpêkirina pêvajoyê dûr bigrin.”

Du partiyên herî hestiyar û girîng ên Tirkiyeyê MHP û CHPyê li dijî Pêvajoya Çareseriyê ya borî derketibûn lê niha bi eşkereyî ew jî piştgiriya pêvajoya nû dikin. Zanayekî siyasetê jî balê dikşîne ser vê lihevkirina siyasî ya berfireh û li gor wî egera serkeftina pêvajoyê vê carê zêdetir e. Lê êrîşa PKKyê ya li Enqereyê û zindanîkirina Şaredarê Esenyurtê pirs di serê wî de jî dirûst kirine.

Zanayê Siyasetê Dr. Ufuk Uras dibêje: “Çareserkirina pirsa Kurdî pêvajoyeka zehmet e, dê carna rawest e dê carna berdewam bibe. Wisa diyar e birêz Barzanî balê dikşîne vê zehmetiyê. Peyama Leyla Zana û Demîrtaşî jî ku gotibûn em vê carê nahêlin çi kes pêvajoyê asteng bike heman xemê li xwe digre. Herçend pirsên parçeyên din ên Kurdistanê jihevûdû cûda bin û KCK rêxistineka konfederal be jî, pabendbûna xwe bo Ocalanî ragihand. Girîng e bejim, cara yekemîn e ku partiyên sereke yên Tirkiyeyê jî li ser pêvajoyê hevnêrîn dibin. Wisa diyar e dê pêvajo erenî berdewam bibe.” 

Ji roja ku pêvajoya çareseriyê bûye rojev heta niha du pirs tê kirin. Gelo dewleta Tirkiyeyê bo çareserkirina pirsa Kurdî jidil e? Gelo PKK dê guhê xwe bide Rêberê xwe Abdullah Ocalanî an ne? Êrîşa Enqereyê û paşê jî zindanîkirina Şaredarê Esenyurtê van her du pirsan û gûmanan mezintir kiriye. Wisa diyar e alî, li şûna ku gav bavêjin, bersiva hevûdu didin.