Romanowski: Li gel Mesrûr Barzanî me piştevaniya Amerîkayê bo pêkanîna bilez a hikûmetê tekez kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Amerîkayê li Iraqê xweşhaliya xwe ji bo hevdîtina ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nîşan da û got: “Li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, me piştevaniya Amerîkayê ji bo pêkanîna bilez a hikûmetê dupat kir.”

Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski îro 4ê Mijdarê li hejmara xwe ya tora civakî “X” nivîsî: “Xweşhal bûm ku li gel Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hevdîtinek pêk anîbû û piştevaniya Amerîkayê bo pêkanîna bilez a hikûmeteke giştgîr tekez kir, ku pêwîstiyên welatiyên Herêma Kurdistanê peyda dike.”

Romanowski got jî: “Me bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re jî pêşhatên li navçeyê û çaksaziyên Pêşmerge gotûbêj kirin.”

Ev peyama Balyoza Amerîkayê piştî wê tê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 04.11.2024) pêşwazî li Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski kiribû.

Wekî ku di ragehandina hikûmetê de amaje pê hatiye dan, tewerê serekî yê danûstandinan “girêdayî rêkar û amadekariyên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû”.

Wê ragehandinê eşkere jî kiriye, “Her du alî li ser giringiya hevfêmkirina aliyên siyasî ji bo pêkanîna kabîneya nû di zûtirîn dem de hevnerîn bûn, ji bo ku berdewamiyê bide kar û pirojeyên xwe yên xizmetkarî û xizmeta tevaya welatî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê bike.”

Herwesa di wê ragehandinê de hatiye, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez li ser wê yekê kiriye ku, pêdivî ye pêkanîna hikûmetê li ser bingeha dengên aliyên siyasî û encamên hilbijartinan be û hikûmeteke seranserî û bihêz û hevgirtî be.”

Di pareke din a wê civînê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser şer û aloziyên Rojhilata Navîn li hev guhertin. Her du alî li ser parastina ewlehî û seqamgiriya deverê û dûrxistina encamên wan şer û aloziyan li ser Îraq û Herêma Kurdistanê hevnerîn bûn.