Li Diyarbekirê 3 rojan qedexe hat ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî biryara danîna qeyûman li ser 3 şaredariyên DEM Partiyê, Parezgeriya Diyarbekirê her cure çalakî bo heyama 3 rojan li nava bajêr qedexe kirin.

Parezgeriya Diyarbekirê di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber danîna qeyûman li ser her sê şaredariyan, her cure kiryar û bûyerên neqanûnî dikarin bên organîzekirin, ji bo ku di nav sînorên bajarê me de aştî û ewlekarî, parêzbendiya kesane, ewlekarî û rehetiya giştî pêk were, her cure çalakiyên wek xwepêşandan, meş, vedana konan ji bo sê rojan hatine qedexekirin.

Li gorî daxuyaniyê, qedexe ji îro demjimêr 13.00 dest pê dike û heta roja 6ê Mijdarê demjimêr 23.59 didome.

Ev biryara qedexeyê piştî wê tê, Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê biryar li ser dûrxistina serokên şaredariyên Mêrdîn, Batman û Xalfetiyê û danana qeyûman li cihên wan da, biryara qedexeya li Diyarbekirê jî ji bo rêgirtina li egera pêkanîna çalakiyên û xwepêşandanên merazîbûnê hat dayîn.