Komariyan piraniya Civata Nûneran û Civata Pîran bi dest xistin
Navenda Nûçeyan (K24) - Li dû encamên berahiyê yên hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê, kandîdê Komariyan Donald Trump heta niha li pêş kandîda Demokratan Kamala Harris tê û piraniya kursiyên Komeleya Hilbijartinan bi dest xistine. Herwesa partiya Komariyan piraniya Civata Nûneran û Civata Pîran bi dest xistine.
Encamên berahiyê yên hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê:
- Kandîdê Komariyan Donald Trump: 248 kursî bi dest xistine (51% ya dengan)
- Kandîda Demokratan Kamala Harris: 214 kursî bi dest xistine (47% ya dengan)
komeleya Hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê ji 528 kursiyan pêk tê. Ji bo ku kandîdek bibe serok, divê 270 kursiyan (xalan) bi dest bixe.
Encamên berahiyê yên hejmara kursiyên Civata Pîran:
- Partiya Komariyan: 51 kursî
- Partiya Demokratan: 41 kursî
Encamên berahiyê yên hejmara kursiyên Civata Nûneran:
- Partiya Komariyan: 190 kursî
- Partiya Demokratan: 159 kursî