ENKS: Em li benda piştgiriya Trump ji bo pêkanîna hêviyên Sûriyan û mafên gelê kurd in

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) pîrozbahiyê li serkeftina Donald Trump di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de dike û dibêje, ew li benda piştgiriya Trump ji bo cibicîkirina biryara (2254) ne, ji bo pêkanîna hêviyên Sûriyan û garantîkirina mafên neteweyî yên rewa yên gelê kurd.

ENKSê îro 7ê Mijdarê peyameke pîrozbahiyê arasteyî serokê nû hilbijartî yê Amerîka Donald Trump kir û tê de de ragihand, ew rêzgirtina xwe ji bo nirxên demokratîk ên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hene, radigihînin û tekezî li ser rola wê ya di pêşxistina aramî û azadiyê de li seranserê cîhanê dikin.

ENKSê di peyama xwe de got jî: “Em hêvîdar in ku serokatiya we (Trump) nûnertiya qonaxeke nû bike, ta ku dawiyê li êş û azarên gelê Sûriyeyê bîne, yê ku ev demeke dirêj e ji ber rewşa şer û wêrankirinê dinale.”

Herwiha ENKSê dibêje, ew li benda piştgiriya Trump ji bo cibicîkirina biryara navdewletî ya (2254) wek nexşerêyekê ne, ji bo pêkanîna hêviyên Sûriyan ji bo azadî û rûmetê û garantîkirina mafên hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê, di nav de jî, mafên neteweyî yên rewa yên gelê kurd.