Nivîsîngeha YE: Hilbijartin û proseya dengdanê ya Parlamentoya Kurdistanê serkeftî bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 7ê Mijdarê pêşwazî li Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewrûpayê li Herêma Kurdistanê Radu Botum kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Di civînê da hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê û pêngavên bên yên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Yekîtiya Ewrûpayê ra û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêjkirin.
Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewrûpayê pîrozbahiya serkeftina proseya hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê kir û balkişand li ser wê yekê ku li gor nirxandina wan proseya hilbijartinan û dengdanê serkeftî bû û bi rêkûpêk derbas bû û got ku, ew ji proseyê razî bûn û ji bona vê yekê destxweşiyê li hemû aliyên peywendîdar kirin.
Her du aliyan tekez li ser berfiretirkirina hevkariyên hevbeş yên di navbera welatên Yekîtiya Ewrûpayê û Iraq û Herêma Kurdistanê da kirin, bi taybetî di warên ku ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîst in û ji bo bihêzkirina saziyên Herêma Kurdistanê dikarin bibin alîkar.
Metirsî û rewşa aloz ya Rojhilata Navîn û çendîn pirsên din yên xwedî berjewendiyên hevbeş, çend mijarên din yên hevdîtinê bûn.