Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Îranê li Hewlêrê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Mijdarê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê Nesrullah Reşnûdî kir ku bi boneya bidawîhatina erkê xwe serdan kiribû.
Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê paşerojê de jê re xwast.
Di hevdîtinê de, bi giringî amaje bi serdana Serokomarê Îranê ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê hate kirin, bi hêviya zêdetir pêşxistina peywendiyên dualî.
Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê pîrozbahî li serkeftina hilbijartinên parlemantoya Herêma Kurdistanê kir û tekezî li ser pêkanîna kabîneya nû kir.
Konsulê giştî yê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê her wiha pêzanînên xwe ji bo hevkarî û hevahengiya aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel konsulxaneya welatê xwe nîşan da.