Li Hesekê di 4 rojan de 73 çeteyên DAIŞˈê hatin girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li kampa Holê û derdora wê, di 4 rojan de 73 çeteyên DAIŞˈê û hevkarên wê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û asayişê ve hatin girtin.
Operasyona Ewlekariya Domdar roja 6ê Mijdarê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) ve li kampa Holê û derdora ve hat destpêkirin.
Li gorî agahiyên ku fermandarên operasyonê hatine dayîn, di 4 rojan de 73 çeteyên DAIŞˈê û hevkarên wê hatine girtin.
Armanca operasyonê, paqijkirina 100 kîlomtere li kampa Holê û derdora wê (devera di navbera Hol, Til Hemîs, Hesekê, Eşîre û Şedadê de) ye.
Hêzên Operasyona Ewlehiya Domdar di daxuyaniyekê de diyar kir, bi dehan şikeft û cihên ku terorîstên DAIŞˈê xwe lê vedişartin, hatine pakkirin.