Erdogan: Operasyonên leşkerî yên li Sûriyeyê her tim di rojeva me de ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand, operasyonên leşkerî li Sûriyeyê her tim di rojeva wan de ne û her dema ku hest bi metirsiyê bikin, ew amade ne dest bi operasyonan bikin.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî vegera ji Lûtkeya COP29 ya li Bakuyê di firokeyê de pirsên rojnamevanan bersivandin.
Erdogan ragihand li ser pirsa asayîkirina pêwendiyên bi Serokê Sûriyeyê Beşar Esed re ragihand, ew hîn jî hêvî dike ku bi Beşar Esed re bicive û bi hev re pêwendiyên Tirkiye-Sûriyeyê sererast bikin.
Herwiha got, “Divê rêxistinên terorê yên di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de jinav bibin û bingeha dadperwerî û aştiyeke mayînde ava bikin.” Da zanîn jî. Wan destê xwe ji bo asayîkirina peywendiyan dirêj kiriye, ku ev dest dê deriyê aştî û aramiyê li Sûriyê veke.
Erdogan got jî: “Tirkiye ji bo xaka Sûriyê ne gef e, lê PKK, PYD û YPG li ser yekparçeyiya axa Sûriyê gef in. Divê Beşar Esed li Sûriyeyê atmosfereke nû çêbike.”
Erdogan derbarê egera destpêkirina operasyona leşkerî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de got: “Operasyonên leşkerî ji bo ewlekariya Tirkiyeyê û aramiya welatiyên me, her tim di rojevê de ne. Her dema em hest bi metirsiyê bikin, em amade ne ku dest bi operasyonan bikin.”
Got jî: “Li bakurê Sûriyeyê bêîstiqrariyeke tam heye, ev yek bûye sedem ku rêxistinên terorîst sûdê ji vê yekê werbigirin û van deveran bikin penageha xwe, ku ev yek ji bo Tirkiyeyê metirsiyek ewlehiyê ye.”
Serokkomarê Tirkiyeyê amaje bi wê jî kir, “hemû operasyonên leşkerî yên li dijî DAIŞê, PYD, YPG û PKKê, ji bo parastina Tirkiyeyê ne.”