Dem Partî: Rejîma qeyûman aştiyê jehrî dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Seroka Firaksyona DEM Partiyê li Parlamentoya Tirkiyeyê Gulistan Koçyigit bang li hemû partî û aliyên opozîsyonê li Tirkiyeyê kir, li dijî danîna qeyûman hev bigirin û nerazîbûnê nîşandan bidin.
Şandeke parlementerên DEM Partiyê îro 14ê Mijdarê li dijî danîna qeyûman li ser şaredariyan, li ber avahiya Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê kom bûn û daxuyanî dan raya giştî.
Gulistan Koçyigit ragehand, Li vî welatî, bê qanûnî destpêkê li bajarên kurdan tê kirin, tevahiya bê qanûniyan destpêkê li dijî gelê kurd tên krin, paşê li cihên din belav dibe.
Koçyigit, bang li tevahîya partî û aliyên opozîsyonê jî kir û got: “Em bang li her kesî dikin, vê rastiyê bibînin. ev bêqanûnî li dijî hemû gelên Tirkiyeyê tê kirin. Ev derbe li dijî demokrasiya tevahiya Tirkiyeyê tê kirin. Ev li dijî me hemiyan, gef e.”
Herwiha got: “Divê li dijî vê em bi hev re bisekinin û têbikoşin. Li rexekî qala aştiyê dikin li rexa din qeyûman tayîn dikin. Rejîma qeyûman, aştiyê jehrî dike.”