Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbatên şehîdên teqîna Xurmatûyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbatên Pêşmergeyên ku îro li Xurmatûyê di teqînekê de şehîd bûne, dike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 17ê Mijdarê bi peyamekê ragihand, “Pirse û sersaxiya xwe ya kûr arasteyî malbata Fermandarê Fewcê yê Lîwaya Yekemîn a Hevbeş Eqîd Saman Sabir Silêman, Endazyarê Firqeya 9 a Zirxî ya Artêşa Iraqê Eqîd Mihemed Riza Kerîm û C.E Mihemed Emîn dikim ku mixabin îro li Xurmatû şehîd bûn.”

 Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Xwedê mezin giyanê wan bi bihuştê şad bike û sebr û aramiyê bide malbat û hevrêyên wan. Hêviya başbûnê jî ji birîndaran re dixwazim.”

Di peyamê de hat gotin: “Em tekezî li ser giringiya pêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de, ji bo rûbirûbûna gef û pirsgirêkên ewlehiyê û çespandina ewlehî û aramiyê li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dikin.”

Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Pêşmerge, îro demjimêr 09.00 li Xurmatûyê bombeyeke vedayî bi karwanê fermandariya Fewca 3 ya Lîwaya 1 a hevbeş a Pêşmerge û artêşa Iraqê de teqiya.

Wezareta Pêşmerge da zanîn, di teqînê de Fermandarê Fewcê yê Lîwaya Yekemîn a Hevbeş Eqîd Saman Sabir Silêman, Endazyarê Firqeya 9 a Zirxî ya Artêşa Iraqê Eqîd Mihemed Riza Kerîm û C.E Mihemed Emîn şehîd bûn û 3 leşker jî birîndar bûn.

 
Fly Erbil Advertisment