Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê li malbatên şehîdên îro yên li Xurmatûyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 17ê Mijdarê di peyamekê de sersaxî li malbatên şehîdên êrişa îro ya terorîstî li Xurmatûyê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got: “Ez pirse û sersaxiya xwe ya kûr arasteyî malbatên şehîdên êrişa terorîstî ya îro li Xurmatû dikim ku di erkê xwe de û di encama teqîna bombeyeke bi otomobîla lîwaya hevbeş a hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de, 3 piledar şehîd bûn.”
Nêçîrvan Barzanî got: “Em ji Xwedêyê mezin daxwaz dikin ku giyanê wan di dilovanî û mîhrebaniya xwe de şad bike û sebir û aramiyê bide hemûyan û hêviya selametî û başbûna zû ji bo birîndaran dixwazin.”
Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir: “Ev kiryara terorîstî îsbat dike ku teror hîn metirsiyeke rasteqîne ye li ser ewlehî û aramiya Iraq, Herêma Kurdistanê û navçeyê bi giştî û li ser welatiyan, bi taybetî li navçeyên madeya 140. Ji ber wê jî em tekezî li ser berdewamî û bihêztirkirina hevahengî û hevkariya hevbeş di navbera hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman ji bo rûbirûbûn û têkşikandina terorîstan dikin.”