Cemal Koçer: Divê pişka Herêma Kurdistanê li ser bingeha hejmara şêniyan di budceya giştî ya Îraqê de bê diyarkirin

Cemal Koçer
Cemal Koçer

Navenda Nûçeyan (K24) - Piroseya serhejmêriya şêniyan li Îraq û Herêma Kurdistanê berdewam e û ber bi qonaxên dawiyê ve diçe. Şareza dibêjin ku, serhejmêriya şêniyan datayên giring ji bo pilandanan û terxankirina çavkaniyan dabîn dike, ji aliyên pêşxistina jêrxaneyê, çavdêriya tendirustî, perwerde û xizmetkariyên civakî û siyasetên darayî ve bandorê dike ser siyasetên hikûmetê.

Endamê Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê Cemal Koçer ji K24ê re ragehand, “Pêdivî ye pişka Herêma Kurdistanê li ser bingeha hejmara şêniyan di budceya giştî ya Îraqê de bê diyarkirin. Piroseya serhejmêriyê bandorê dike ser pişka Herêma Kurdistanê di budceya giştî ya Îraqê de, di demekê de ku niha pişka Kurdistanê li ser bingeha kobona xwerakan bi 12.67% di budceya giştî de hatiye diyarkirin. Piştî piroseya serhejmêriyê, pêdivî ye pişka Herêma Kurdistanê li ser wê bingehê di qanûna budceyê de bê diyarkirin.”

Di derheqa rolê serhejmêriya şêniyan di derxistina rewşa malbatan û şiyanên hêza karî de, Wekîlê Wezareta Piulandananê ya Herêma Kurdistanê Sîrwan Mihemed ji K24ê re ragehand, “Serhejmêriya şêniyan dikare hêza karî li Herêma Kurdistanê berçav bike, di demekê de ku nikare amara temam ji bo rêjeya hejarî û bêkariyê diyar bike, lê amar dikarin hêsankariyan ji bo desteya amarê bikin, bi merema diyarkirina rêjeya bêkarî û hejariyê li Kurdistanê berçav bikin, herwesa amar dikarin rewşa tendirustî, perwerde û demografiya malbatan jî berçav bikin.”

Sîrwan Mihemed amarên hêza karî bi piştbestina bi rûpîviya sala 2021ê berçav kir û ragehand, “Hejmara tevlîbûyîyan li hêza karî li Herêma Kurdistanê digehe 45% û nifşê nêr 73.5% û nifşê mê 16.5% pêk tînin.”

Di çarçoveya rehendên aborî yên piroseya serhejmêriya şêniyan de, bandor dê li ser kertê bazirganî û pîşesazî û weberhênanê hebe. Tê çaverêkirin ku bandorê bike ser stratejiya aborî li Îraq û Herêma Kurdistanê. Bikaranîna amaran di nav pilanên aborî de bandorê dike ser rewşa bêkarî û hejariyê û astê jiyara malbatan.