Wezîrê Pêşmerge: Metirsiyên DAIŞê hêşta bidawî nehatine

Şoreş Îsmaîl
Şoreş Îsmaîl

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Pêşmerge radigehîne, “Livîn û metirsiyên koma teroristî ya DAIŞ û tarîperestan hêşta bidawî nehatine, xasma li wan deverên ku valahiya ewlehiyê di navbera Pêşmergeyan û artêşa Îraqê de heye.”

Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl îro (Yekşem, 17.11.2024) di ragehandinekê de got, “Bi mixabiniyeke zêde ve li serê sibeha îro li devera Dûzxurmatoyê, di dema lêgeriyana cihên terorsitan de, bombeyeke çandî bi erebeyeke serbazî ya fewca 3ê ya lîwaya 1ê ya hevpar di navbera Wezareta Pêşmerge û artêşa Îraqê de teqî, ku mixabin Fermandeyê Fewca Sêyê Eqîd Rukin Saman Sabir Silêman û Efserê Endazeya Firqeya 9ê ya Artêşa Îraqê Eqîdê Endazyar Mihemed Reza Kerîm û Cîgirê Efserî Şerîf Ehmed Mihemed di wê rûdana teroristî de şehîd bûn.

Wezîrê Pêşmerge herwesa got, “Em xelkê Kurdistanê piştrast dikin ku Pêşmerge di amadebaşiyeke temam de ne, ji bo parastina xelk û axa Kurdistanê û nehêlana terorê û teroristan.”

Şoreş Îsmaîl eşkere jî kir ku, livîn û metirsiyên koma teroristî ya DAIŞ û tarîperestan hêşta bidawî nehatine, xasma li wan deverên ku valahiya ewlehiyê di navbera Pêşmergeyan û artêşa Îraqê de heye.”

Navbirî tekez jî kir, “Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bi awayekî canfeda ji bo nehêlana teroristan amade ye û li ser lêgeriyana li wan deveran bi alîkariya artêşa Îraqê berdewam dibe.”

 
Fly Erbil Advertisment