Serok Barzanî û Eyad Elawî danûstandinan li ser rewşa Îraq û deverê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Eyad Elawî dike û pê re danûstandinan li ser dawî pêşhat û qebxwaziyên Îraq û deverê dike.
Baregayê Barzanî parve kiriye, “Serok Mesûd Barzanî îro (Duşem, 18.11.2024) li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Îraqê Eyad Elawî û şanda pê re kir.”
Di wê hevdîtinê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û dawî pêşhat û guhertinên Îraq û deverê û gef û qebxwaziyên di rêya seqamgiriya Îraqê de li hev guhertin.
Her îro Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Hevpeymaniya Yekgirtî ya Enbarê bi serokatiya Qasim Fehdawî jî kir.
Di wê hevdîtinê de jî, her du aliyan ronahî berda ser rewşa siyasî ya Îraqê û deverê û dawî pêşhat û guhertinan, herwesa danûstandin li ser rêyên parastina seqamgiriya Îraqê û hevahengî û karê hevpar ê navbera aliyên Îraqî jî kirin.
