Şandeke PDKê ji bo avakirina hikûmetê serdana YNK û aliyên din dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo gotûbêjkirina pêkanîna Kabîneya Dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, serdana YNK û aliyên din ên siyasî dike

Jêderekî ji Komîteya Navendî ya PDKê ji K24ê re ragihand: “Ji bo pêkanîna Kabîneya Dehem, şanda danûstandinan a PDKê dê heftiya bê dest bi gera nû ya gotûbêjan ligel aliyên siyasî bike,.”

Li gorî heman jêderî, di van rojên borî de PDK serdana çend aliyên siyasî kiriye û di vê gerê de dê serdana aliyên siyasî yên din jî bike. PDK dixwaze hikûmetekê pêk bîne ku gelek alî û partî tê de beşdar bibin.

Derbarê serdana bo Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de jî wê jêderî got: “YNK di rojeva serdana me de ye û helbet em ê bi wan re gotûbêjan bikin, lê heta niha ne diyar e ku civîna me dê hefteya bê yan rojeke din be.”

Piroseya dengdana giştî ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemantoya Kurdistanê rja 20.10.2024an bi rê ve çû, li gorî encamên hilbijartinan wiha bû:

PDK: 39 kursî

YNK: 23 kursî

Newey Niwê: 15 kursî

Yekgirtûya Îslamî: 7 kursî

Tevgera Helwest: 4 kursî

Komela Dadweriyê: 3 kursî

Bereyê Gel: 2 kursî

Tevgera Gorranê: 1 kursî

Hevpeymaniya Herêma Kurdistanê: 1 kursî

Kotaya Pêkhateyan: 5 kursî