Amarên Hewlêrê: Dema tomarkirina welatiyan di serjimêriyê de nayê dirêjkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêvebirê Giştî yê Amarên Hewlêrê proseya serjimêriya giştî li parêzgehê bi “pir serkeftî” binav dike û bi dûr jî dizane ku dema tomarkirinê bê dirêjkirin.
Proseya serjimêriya nifûsa Iraq, Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên sînorê madeya 140, duh 20ê Mijdarê dest pê kir û dê heta îro 21ê Mijdarê demjimêr 23:59 berdewam bike.
Rêvebirê Giştî yê Amarên Hewlêrê Dr. Dilzar Hemasalih ji K24ê re ragihand: “Tişta ku me duh Çarşemî 20ê Mijdarê di dema serjimêriya giştî de dît, xweş bû. Welatiyan pêşwazî li tîmên me kirin, ev jî ji ber asta bilind a hişyariya gel a ji serjimêrê re vedigere.”
Dr. Dilzar proseya serjimêriyê li parêzgeha Hewlêrê bi “gelekî serkeftî” binav kir û got: “Welatiyan bêyî ti tedbîrên ewlehiyê, qedexeya derketina derve bi cih anîn.”
Rêveberê Giştî yê Amarên Hewlêrê hêvî kir ku îro welatî bi tîmên wan re hevkariyê bikin û got: :Ji ber ku heta demjimêr 12:00 nîvê şevê derfet heye ku navên hemû malbatan tomar bikin û piştî wê heyamê jî sîstem tê girtin û dema tomarkirinê dê bi dawî bibe û nayê dirêjkirin.”
Li ser pirsa ku dê qonaxa bê ya serjimartinê çi bibe, Dr. Dilzar got: “Qonaxa dawî ya serjimêriya Iraq û Herêma Kurdistanê sibe Înê 22 Mijdarê dest pê dike û biryar e heta 10-12-2024an berdewam bike. Di vê qonaxê de dê 77 pirsên têkildarî malbatê ji welatiyan bên kirin.”
Derbarê dema ragihandina encaman jî Dr. Dilzar got: “Ji ber ku deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hene, tê pêşbînîkirin ku roja ragihandina encaman dereng bikeve.”