Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevlî MEPS2024ê dibe

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Gera pêncê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS2024) sibe (În, 22.11.2024) li Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li bajarê Dihokê, bi sponsoriya medyayî ya K24ê dest pê dike û heta roja Yekşemê (24.11.2024) berdewam dibe.

Li ser astê Herêma Kurdistanê, Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û çend berpirsên din ên hikûmetê û partiyên siyasî tevlî gera pêncê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS2024) dibin.

Birêveberê Giştî yê Korbenda MEPS2024ê Dr. Huner Îsa ji K24ê re ragehand, “Ev korbend bi hevpariya zanîngehên Harvard, Cambridge, Atlantic Council, Welton Park û Crisis Response Councilê bi rê ve diçe.”

Dr. Huner herwesa got: “Di çarçoveya wan pênc hevparan de, nêzî 124 akademîsyenan ji 40 welatên cuda cuda tevlî korbendê dibin, 73% ji wan ji bo cara yekê tevlî vê korbendê dibin. Di çarçoveya konferansê de, çend panel û komxebat li ser rewşa niha ya cîhanê û Rojhilata Navîn dê bên lidarxistin.”

Navbirî amaje jî da ku, bi dehan berpirsên hikûmetê û partiyên siyasî ji Îraq û derveyî Îraqê û Herêma Kurdistanê jî tevlî korbenda îsal dibin.

Korbenda MEPSê ya par li roja 20.11,2023ê hat lidarxistin û sê rojan dewam kir. Serokwezîr Mesrûr Barzanî di wê korbendê de hinar û hingivên Kurdistanê pêşkêşî Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Boris Johnson kirin.