Beyan Samî Ebdirehman: MEPS2024 di demeke hestiyar de bi rê ve diçe
Navenda Nûçeyan (K24) - Şêwirmenda Bilind a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Karûbarên Keşûhewayê û Peywendiyên Derve Beyan Samî Ebdirehman ji K24ê re Amajeyê dide ku, MEPS di demeke hestiyar de bi rê ve diçe ku Rojhilata Navîn tê re derbaz dibe. Herwesa dibêje, “Herêma Kurdistanê niyeta wê yekê heye ku rol di berfirehnebûna wî şerî de hebe yê ku li deverê heye.”
Şêwirmenda Bilind a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Karûbarên Keşûhewayê û Peywendiyên Derve Beyan Samî Ebdirehman îro (Pêncşem, 21.11.2024) taybet ji K24ê re got, “Konferansa MEPSê ya îsal gelek giring e, ji ber ku niha Rojhilata Navîn di demeke gelek hestyar re derbaz dibe ku şerek çê bûye. Em naxwazin ew şer berfireh bibe, ji ber wê yekê jî konferansa îsal di demeke giring de hatiye rêkxistin. Ew mêvanên ku tevlî wê dibin, piraniya wan li Îraq û deverê û Ewropa û Amerîkayê biryardêr in.”
Beyan Samî Ebdirehman ron jî kir, “Metirsî li ser hemî deverê heye, ne tenê li Îraq û Herêma Kurdistanê. Gelek welatên Ewropayê û Rûsya û Amerîka bizavan dikin ku, ew şer berfireh nebe û agir mezintir nebe. Em jî wekî Herêma Kurdistanê dixwazin bizavên xwe bikin û biherikin. Konferansa MEPSê derfetek e ji bo lihevnêzkirina biryardêran, amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi biryardêrên welatan re giring e.”
Gera pêncê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS2024) sibe (În, 22.11.2024) li Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li bajarê Dihokê, bi sponsoriya medyayî ya K24ê dest pê dike û heta roja Yekşemê (24.11.2024) berdewam dibe.
Li ser astê Herêma Kurdistanê, Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û çend berpirsên din ên hikûmetê û partiyên siyasî tevlî gera pêncê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS2024) dibin.
Birêveberê Giştî yê Korbenda MEPS2024ê Dr. Huner Îsa ji K24ê re ragehand, “Ev korbend bi hevpariya zanîngehên Harvard, Cambridge, Atlantic Council, Welton Park û Crisis Response Councilê bi rê ve diçe.”
Dr. Huner herwesa got: “Di çarçoveya wan pênc hevparan de, nêzî 124 akademîsyenan ji 40 welatên cuda cuda tevlî korbendê dibin, 73% ji wan ji bo cara yekê tevlî vê korbendê dibin. Di çarçoveya konferansê de, çend panel û komxebat li ser rewşa niha ya cîhanê û Rojhilata Navîn dê bên lidarxistin.”
Navbirî amaje jî da ku, bi dehan berpirsên hikûmetê û partiyên siyasî ji Îraq û derveyî Îraqê û Herêma Kurdistanê jî tevlî korbenda îsal dibin.
Korbenda MEPSê ya par li roja 20.11,2023ê hat lidarxistin û sê rojan dewam kir. Serokwezîr Mesrûr Barzanî di wê korbendê de hinar û hingivên Kurdistanê pêşkêşî Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Boris Johnson kirin.