Desteya Serhejmêriyê li Herêma Kurdistanê rojeke din bo tomarkirina welatiyan zêde kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Bilid a Serhejmêriyê li Herêma Kurdistanê rojeke din ji bo tomarkirina welatiyan zêde kir. Amaje jî da ku, armanca wan ew e piroseya tomarkirinê bigehe rêjeya 100%.

Desteya Bilid a Serhejmêriyê li Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de amaje da ku, piştî peywendî û hevahengiya wan bi Wezareta Pilandananê ya Îraqê re ji bo tomarkirina rêjeya 100% ya welatiyan di piroseya serhejmêriyê de, biryar li ser dirêjkirina dema xwetomarkirinê ji bo rojeke din jî da, yanî ew pirose dê heta seet 10:00 îşev (În, 22.11.2024) berdewam be.

Desteya Bilid a Serhejmêriyê li Herêma Kurdistanê ron jî kir, “Qedexeya hatin û çûnê wekî Hikûmeta Federalî li nav bajaran tê rawestandin û tenê di navbera parêzgehan de bi awayekî sinordar berdewam dibe.”

Piroseya serhejmêriya şêniyan li Îraq, Herêma Kurdistanê û deverên Kurdistanî yên girêdayî madeya 140ê li roja Çarşema borî (20.11.2024) hat destpêkirin û heta seet 12:00 ê îşev (În, 22.11.2024) berdewam dibe.

 
Fly Erbil Advertisment