Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Ez hêvîdar im karbidest feydeyî ji nerîn û biryarên korbenda MEPSê werbigirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS2024) îro (În, 22.11.2024) li Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li bajarê Dihokê hat destpêkirin. Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî gotara bixêrhatinê li wê korbendê pêşkêş kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotara xwe de amaje da, “Ez hêvîdar im di van her du rojan de ku ev korbend li vê derê tê kirin, hemî nerîn û ew biryarên li vê korbendê tên çêkirin û axiftin li ser tê kirin, bikevin ber destê biryardêran li Herêma Kurdistanê, li Îraqê û li deverê û feyde û jê bê wergirtin.”

Mesrûr Barzanî eşkere jî kir, “Ev cara pêncê ye ku ev korbend li bajarê Dihokê, bi rêya Zanîngeha Amerîkayî tê çêkirin. Ez destxsweşiyê li endamên rêkxistina vê korbendê dikim û ez hêvîdar im em bikarin sal bi sal berdewamiyê bidin vê korbendê û baştir jî bikin.

Serokwezîr behsa hilbijartinên Herêma Kurdistanê jî kir û ragehand, “Herwesa di cihê xwe de ye ku ez spasî û destxwşiyan pêşkêşî xelkê Kurdistanê bikim ji bo derbazkirina hilbijartinên perlemanê bi awayekî biserkeftî li devera Rojhilata Navîn ku di nav çend arêşe û aloziyan re derbaz dibe.” Herwesa got, “Ez hêvîdar im encamên vê korbendê di xizmeta hemî Îraqê de bin, em jî bikarin feydeyî jê werbigirin.”

Gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan

Rêber û pêşengê me Serok Barzanî, SerokKomarê Îraqa Federalî rêzdar Dr. Letîf Reşîd, Serokê Civata Nûnerên Îraqê rêzdar Mehmûd Meşhedanî, Serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê rêzdar Ahmet Davutoglu û Serokwezîrê Îraqê yê berê rêzdar Heyder Ebadî, diplomatkarên rêzdar, akademiyên rêzdar, mêvanên hêja û qedirgiran ji her dera hûn jê hatine bixêr hatin li ser ser û çavan, em bi amadebûna we li gera pêncê ya korbenda MEPSê li Zanîngeha Amerîkayî li bajarê Dihokê yê xweşik serbilind in.

Ez hêvîdar im di van her du rojan de ku ev korbend li vê derê tê kirin, hemî nerîn û ew biryarên li vê korbendê tên çêkirin û axiftin li ser tê kirin, bikevin ber destê biryardêran li Herêma Kurdistanê, li Îraqê û li deverê û feyde û jê bê wergirtin.

Ev cara pêncê ye ku ev korbend li bajarê Dihokê, bi rêya Zanîngeha Amerîkayî tê çêkirin. Ez destxsweşiyê li endamên rêkxistina vê korbendê dikim û ez hêvîdar im em bikarin sal bi sal berdewamiyê bidin vê korbendê û baştir jî bikin. Di cihê xwe de ku ez destxweşiyê li Zanîngeha Amerîkayî jî bikim, ji bo rêkxistina vê korbendê û hem jî ji bo ku kêmtir ji deh salan e kariye destkeftiyeke giring a navdewletî bi dest bixe. Ew jî bûye berbijar ku Acredetation (New England Commission of Higher Education (NECHE) werbigire, niha berbijar e û ev jî destkeftiyeke mezin e ji bo vê zanîngehê ku temenê wê tenê 10 sal e.

Herwesa di cihê xwe de ye ku ez spasî û destxweşiyan li xelkê Kurdistanê bikim ji bo derbazkirina hilbijartinên perlemanê bi awayekî biserkeftî li devera Rojhilata Navîn ku di nav çend arêşe û aloziyan re derbaz dibe.

Ez hêvîdar im encamên vê korbendê di xizmeta hemî Îraqê de bin, em jî bikarin feydeyî jê werbigirin.