Serok Barzanî: Qebxwazî gelek in, a herî mezin belavbûna madeyên hişber e

Navenda Nûçeyan (K24) - Gera pêncê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS2024) îro (În, 22.11.2024) li Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li bajarê Dihokê hat destpêkirin.
Serok Barzanî di gotara xwe de got, “Qebxwazî gelek in, teror hêşta qebxwaziyeke mezin e, lê bi min qebxwaziya ji hemiyan mezintir belavbûna madeyên hişber li deverê ye, ku ji hemiyan metirsîdartir e.”
Serok Barzanî amaje jî da, “Mixabin gelek alî ku desthilat heye wê yekê dadipoşin û karxane ji bo çêkirina madeyên hişber tên çêkirin. Nikarin çi lê bikin û bazirganiyeke azadane pê tê kirin, ev metirsiyeke mezin e, ev kuştina neteweyekê ye.”
Serok Barzanî herwesa got, “Ji ber wê yekê ez daxwazê dikim ku hemî delwet û hemî alî, ên ku xwe wekî berpirsyar dibînin, bi cidî li ser vê mijarê rawestin û hedekî ji bo vê mijarê danin, berî ku karesat ji kontirolê derbikeve.”
Nêzî 124 akademîsyenan ji 40 welatên cuda cuda tevlî korbendê dibin, 73% ji wan ji bo cara yekê tevlî vê korbendê dibin. Di çarçoveya konferansê de, çend panel û komxebat li ser rewşa niha ya cîhanê û Rojhilata Navîn dê bên lidarxistin.