Mesrûr Barzanî: Xelkê Kurdistanê bi awayekî serkeftî li devereke pir arêşe û alozî hilbijartin kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro ( În, 22.11.2024) di çarçoveya gera pêncê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS2024) de li bajarê Dihokê behsa hilbijartinên Perlemana Kurdistanê kir û ragehand, “Herwesa di cihê xwe de ye ku ez spasî û destxwşiyan pêşkêşî xelkê Kurdistanê bikim ji bo derbazkirina hilbijartinên perlemanê bi awayekî biserkeftî li devera Rojhilata Navîn ku di nav çend arêşe û aloziyan re derbaz dibe.” Herwesa got, “Ez hêvîdar im encamên vê korbendê di xizmeta hemî Îraqê de bin, em jî bikarin feydeyî jê werbigirin.”